Amerîka sîstemên berevaniya asmanî dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, li hember êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya esmanî ya THAAD û sîstemên mûşekî Patriot bişîne Rojhilata Navîn.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin îro got: “Piştî gotûbêjên berfireh bi Serok Joe Biden re derbarê aloziyên vê dawiyê yên Îranê û hêzên ser bi wê li seranserê Rojhilata Navîn, min îro gavên din ji bo bihêzkirina pêgeha Wezareta Berevaniyê li navçeyê avêtin.”

Austin amaje bi wê yekê jî kir, ku ew ê hêzên zêdetir bişînin Rojhilata Navîn, lê hejmara wan eşkere nekir.

Austin da zanîn jî, wî ferman da ku keştiya balafiran USS Eisenhower vegere qada operasyonê ya Fermandariya Navendî, da ku şiyana Amerîkî ya bersivdana rewşên awarte zêde bike.

Tekez kir jî, ew ê li ser nirxandina pozîsyona hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn û bicihkirina şiyanên din berdewam bin.

Pentagonê roja Pêncşemê ragihandibû, keştiya USS Carney, 3 mûşek û hejmarek dronên ku Hûsiyan ji Yemenê avêtine xistine xwarê. Herwiha roja Çarşemê jî hêzên Amerîkî 3 dronên din ên li baregeha Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê xistibûn xwarê.

Amerîka di çend hefteyên borî de hêzeke deryayî ya mezin şandiye Rojhilata Navîn, di nav wan de du gemiyên firokgir û gemiyên pê re û nêzîkî 2 hezar hêzên deryayî hene.

Piştî şerê li Xezzeyê û metirsiya firehbûna wî şerî li herêmê, Washington li hember egera êrîşên li ser hêzên wê li Rojhilata Navîn, asta hişyariya xwe bilind dike.

Herwiha Amerîka pêştir jî gefa wê yekê xwaribû ku eger aliyên din destêwerdanê di şerê li dijî Îsraîlê de bikin, ew ê bersivê bide.