Li Stenbolê endamekî DBPê û endamekî HDPê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê endamekî Encûmena Partiya DBPê û endamekî HDPê hatin binçavkirin.
Li bajarê Stenbolê hêzên ewlehiyê avêtin ser malekê û endamê Civata Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Alî Gûltepe binçav kir.
Li gor zanyariyan, li Stenbolê di operasyoneke din de jî endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşilyurt hatiye binçavkirin.
Sedema her du operasyonan nehatiye aşkerekirin û hat diyarkirin ku Gultepe û Yeşîlyurt ji bo Rêveberiya Polîsan a Stenbolê hatin birin.
Hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.