Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyozê Pakistanê li Iraqê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Pakistanê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe, serdan kiribû.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de xurtkirina peywendiyên dualî bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr sipasiya kar û xebatên Balyoz ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Pakistanê de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de jê re xwast.

Balyozê Pakistanê pêşkeftin û geşbûna Herêma Kurdistanê bilind nirxand û spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştevaniya wî di serkeftina erkê wî de kirine.