Nivîskar Şîlan Doskî pirtûkeke nû li ser gul û giyayên Kurdistanê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvana Kurd a Dihokî, Şîlan Doskî pirtûkeke nû li ser dar, gul û giyayên Kurdistanê ya bi navê Kurdica “Kurdîka” bi zimanê Kurdî çap kir.

Pirtûka Kurdîka, piştî “Gulferheng”, berhema duyemîn a nivîskar Şîlan Doskî ya li ser dar, gul û giyayên Kurdistanê ye û ji aliyê Weşanxaneya J&J ya li Diyarbekirê ve hatiye çapkirin.

Nivîskar Şîlan Doskî derbarê vê berhema xwe de ji K24ê re got: “Kurdîka, lîsteya navên zanistî yên dar, gul û giyayên Kurdistanê ye ku di pêzanînên baxçeyên cîhanî de, bi navê Kurdica, Kurdistanica (Kurdîka, Kurdistanîka) hatine tomarkirin.”

Şîlan Doskî herwiha dibêje: “Kulîlkên Kurdistana Rengîn di pencereya cîhanî de geş bûne. KURDICA (Kurdîka-1) mûmdanên welatê me di hişmendiya rojhilatnas, pispor û şarezayên navdewletî de ne.”

Diyar kir jî, “Kurdîca (Kurdîka) ji bilî lîsteyê jî, cih û warê her gulekê, dîroka ku ew tê de hatiye tomarkirin û navê zanyarê ku ew gul tomar kiriye diyar dike.”

Şîlan Doskî, nivîskar û helbestvaneke Dihokî ye, ji biçûkaniya xwe ve ligel malbata xwe koçberî Rojhilatê Kurdistanê kir, piştre koçî Almanyayê kir û niha li wir dijî.

Kurdica, berhema sêyemîn a Şîlan Doskî ye ku pêştir wê pirtûka Gulferheng û dîwaneke helbestan a bi navê Hilara Evînê çap kirine.