Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 9770 kesan

Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AFP
Dîmenekî Xezzeyê / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya bi ser Bizava Hemasê ve nûtirîn amara kuştiyên Xezzeyê belav kir.

Îro roja Yekşemê, 5ê Mijdara 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya bi ser Bizava Hemasê ve ragehand ku hejmara kuştiyan ji ber êrîşên Israîlê li ser Xezzeyê gehiştiye 9770 kesan.

Wezareta navbirî ew yek jî eşkere kir ku 4800 zarok di nav wan kuştiyan de hene.

Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîş kir ser Israîlê û 1400 Israîlî kuştin û zêdetirî 230 kesan jî revandin. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran kir û paşî dest bi êrîşa bejahiyê jî kir.