Sûdanî ji Tehranê ve: Herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Tehranê piştî hevdîtina bi Serokê Îranê re, got: “Herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe û em dixwazin rewşê kontrol bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê û piştî hevdîtina bi Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re, di konferanseke rojnamevaniyê de naveroka hevdîtînê asker kirin.

Raîsî di konferansa rojnamevanî de got: “Sûdanî ji bo cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îran û iraqê kar dike û em ê pêwendiyên bazirganiyê yên bi Iraqê re bi pêş bixin.”

Derbarê şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de jî got: “Divê komkujiyên li Xezzeyê bên rawestandin û alîkarî di zûtirîn dem de bigihin gelê Xezzeyê.”

Herwiha got jî: “Amerîka bi çek û pereyan piştgiriya Îsraîlê dike ta ku di tawanên xwe de xwe berdewam be. Pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê, ji Îsraîlê re ne serkeftin e.”

Serokê Îranê tekez kir: “Em piştgiriya agirbestê û rawestandina komkujiyên li Xezzeyê dikin. Em piştgiriya Iraqê ji Filistîn û gelê Xezzeyê re jî bilind dinirxînin.”

Ji aliyê xwe ve, Sûdanî got: “Herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe. Em ê bi riya temamkirina projeyên xwe yên aboriyê, pêwendiyên xwe bi Îranê re bihêz bikin.”

Li ser rêkeftina ewlehiyê ya di navbera herdu welatan de, Sûdanî got: “Iraq û Îranê komîteyek bihêz a hevpar a ewlehiyê li ser sînoran ava kiriye.

Derbarê rewşa Xezzeyê de jî Serokwezîrê Iraqê got: “Gelê Xezzeyê bi qirkirin û wêrankirinê re rû bi rû ye. Iraq dewleteke serbixwe ya Filistînê ku Qudis paytexta wê be, wek çareserî dibîne.”

Herwiha got: “Helwesta Iraqê li hember Filistînê nehatiye guhertin û xelkê Xezzayê di zindaneke mezin de ne û cîhan li hember wan bêdeng e.”

Sûdanî got jî: “Bi astengkirina gihandina alîkariyan re, xelkê Xezzeyê bi komkujî û birçîbûnê re rûbirû bûne. Divê welatên herêmê zextê li Îsraîlê bikin ku tawanên xwe yên li Xezzeyê rawestîne.”

Serokwezîrê Iraqê tekez kir: “Em kar ji bo vekirina rêyên zêdetir ji bo gihandina alîkariyan bo Xezeyê dikin. Helwestên Iraq û Îran li ser Xezzeyê ji hev nêzîk in û em kar ji rawestandina şer dikin.”