HUDA-PAR dixwaze hevpeymaniya wan a bi AK-Partiyê re berdewam bibe
Navenda Nûçeyan (K24) – HUDA-PAR dixwaze hevpeymaniya wan a bi AK-Partiyê re, di hilbijartinên şaredariyan de jî berdewam bibe.
Cîgirê Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Huseyîn Yilmaz di kongreya Şaxa Şirnexê ya partiya xwe de axivî û banga berdewamiya hevpeymanetiya wan ya bi AK-Partiyê re kir.
Yilmaz got: “Em dixwazin hevpeymaniya me ya bi AK-Partiyê re berdewam bibe. Li ser egera ev hevpeymanî berdewam neke, em xwe wekî ku bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinan bibin jî, amade dikin.”
Diyar kir jî: “Niha me li vir rêveberiyek nû heye û ev rêveberî dê xebatên hilbijartinê birêve bibe û ji bo serkeftinê jî, divê em pêwendiyeke rûbirû bi dengdêran re deynin.”
Tê pêşbînîkirin hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê di Adara 2024’an de bê kirin. Partiyên siyasî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî ji bo hilbijartinan, dest bi amadekariyan dikin.
HUDA-PARê ji lîsta AK-Partiyê beşdarî hilbihartinên parlementeriyê ya 14ê Gulana 2023an bûbû û çar kursî bidest xistibûn.