Elîreza Nûrîzade: Sûdanî peyama Amerîkayê gehand Îranê

Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî, Elîreza Nûrîzade
Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî, Elîreza Nûrîzade

Navnenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî radigehîne ku Amerîka naxwaze şerê Îranê bike. Ew amajeyê dide wê yekê jî ku komên çekdar ên Îraqê peywendî bi Îranê re heye. Herwesa dibêje ku Sûdanî peyama Amerîkayê gehand Îranê.

Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî Elîreza Nûrîzade tevlî geşta Dawî Hewal a seet 23:00 ya K24ê bû û behsa rewşa şerê Israîl û Hemasê û helwesta Îranê kir.

Herwesa Elîreza amaje da wê yekê ku li roja 8ê Cotmehê peyamek ji Amerîkayê gehiştibû Îranê û naveroka wê peyamê ev bû “Divê hûn ji sinorê xwe derbaz nebin. Her desttêwerdaneka we di şerê Israîl û Hemasê de dê wesa bike ku em rasterast bersiva we bidin”. Piştî wê yekê, berpirsên Îranê digot: Me çi peywendî bi wî şerî ve nîne.

Berpirsê Navenda Lêkolînên Îranî-Erebî got: Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî peyama Amerîkayê gehand Îranê û got “Amerîka bersiva êrîşên li ser armancên xwe dide”. Yanî ew êrîşên ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Îranê ve li beranberî Amerîkayê li Rojhilata Navîn tên kirin, Amerîka gelek bi tundî bersiva wan êrîşan dide.

Îro piştî civîna bi Serokkomarê Îranê re li Tehranê, Sûdanî di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku dever di rewşeke hestiyar de ye û dixwazin rewşê kontirol bikin.

Elîreza ew yek jî berçav kir ku Amerîka naxwaze şerê Îranê bike. Wî  amaje da wê yekê jî ku komên çekdar ên Îraqê peywendî bi Îranê re heye.

Herwesa wî got ku komên çekdar ên Îraqê piştevaniya Îranê dikin, û çêkiriyên Îranê ne.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.