Erebistana Siûdiyê: Em neftê wekî çekê givaştinê ji bo rawestandina şerê Xezzeyê bi kar nayînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Weberhênanê yê Erebistana Siûdiyê red dike ku ew neftê wekî çekê givaştinê ji bo rawestandina şerê Xezzeyê bi kar bînin. Herwesa dibêje: Me merc ji bo asayîkirina peywendiyên xwe bi Israîlê re hene.

Li ser sedema bikaranîna çekê aborî ji bo rawestandina şerî li Xezzeyê, Wezîrê Weberhênanê yê Erebistana Siûdiyê Xalid Falih di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku heta niha danûstandin li ser wî warî nekirine ji ber ku ew bizavê dikin “aştî bi rêya danûstandinên aştiyane” li Filistînê bi cih bê.

Falih amaje da wê yekê jî ku di çend rojên bê de du kopîtkên cuda dê bi welatên Îslamî û Afrîkayî re ji bo danûstandinan li ser dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo doza navbera Filistîn û Israîlê bên çêkirin.

Li ser mijara peywendiyên wan bi Israîlê re, Xalid Falih ew yek berçav kir ku asayîkirina peywendiyên wan bi Israîlê re heta niha li ser maseya danûstandinan e û mercê wan ew e ku doza Filistînê bi rengekî aştiyane bê çareserkirin.

Zêdetirî mehekê bi ser êrîşa Hemasê bo ser Israîlê derbaz bû ku ji verêja wê 1400 Israîlî hatin kuştin, bi hezaran kes birîndar bûn û zêdetirî 200 kesan din jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

Ev zêdetirî çar heftiyan e ku Israîl wekî tolvekirinekê cihên Hemasê li Xezzeyê dike armanc û êrîşa bejahiyê jî kiriye ser Xezzeyê.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê dibêje ku hejmara kuştiyan li Xezzeyê ji 10 hezar kesan derbaz bûye û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.