Wezareta Derve ya Îsraîlê: Emê Xezzeyê radestî hevpeymaniyeke navdewletî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen radigihîne, Îsraîl naxwaze rêveberiyeke sivîl li ser Xezzeyê bisepîne.

Cohen di hevpeyvînekê bi rojnameya Amerîkî “The Wall Street Journal” re got: “Piştî ku Hemas bê rûxandin, Îsraîl dê berpirsatiya rêvebirina Xezzeyê radestî hevpeymaniyeke navdewletî ya ji Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê û welatên ku piraniya wan misilman in pêk tê, an dê rastî serkirdeyên siyasî yên herêmî yên li Xezzeyê bike.”

Herwiha got: “Em ne dixwazin desthildariya Xezzeyê bixin destê xwe, ne jî jiyana wan birêve bibin. Em tenê dixwazin gelê xwe biparêzin.”

Cohen got, Îsraîl dê her agirbestekê red bike, heta ku Hamas 240 dîlên ku ji 7ê Cotmehê ve girtine, azad neke.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê got jî: “Ji bo me tenê rêyek heye ji bo razîbûna bi agirbesteke mirovî heye, ew jî azadkirina dîlan e.”

Destnîşan kir jî: “Xelkê ji kerta Xezzeyê derdiketine an jî kesên ku di dema şer de li hundir koçber bûne, piştî ku şer bidawî bibe, dê vegerin ser cih û warên xwe.”

Roja 7ê Cotmehê Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kir, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê dest bi êrîşeke dijwar li ser Xezzeyê kir.

Heta niha hejmara kuştiyên Xezzeyê 10 hezar derbas kiriye, 1400 Îsraîlî hatine kuştin û bi dehhezaran jî ji herdu aliyan birîndar û winda bûne.