Hêro Mistefa wek balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê dest bi kar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêro Mistefa Bajalan duhî Çarşemê sûnd xwar û wek balyoza nû ya Amerîka li Misirê dest bi kar kir.

Balyozxaneya Amerîka li Misrê di platforma “X” ragihand, Hêro Mistefa wek Balyoza nû ya Amerîkayê li Misrê sûnd xwar.

Ragihand jî, Balyoza Amerîka dê rola xwe di pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Misrê de werbigire û dê hewlên me yên hevbeş ji bo bidestxistina aramî, ewlehî û xweşguzariyê li navçeyê bihêztir bike.

Hêro Mistefa Bajalan berê ji sala 2019 heta 2023 Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê û Cîgira Serokê Nûnertiya Amerîka li Balyozxaneya Amerîka li Lîzbon, Portugalê bû.

Hêro Mistefa dema wergirtina postê Balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê di sala 2019an de got: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku wek Amerîkiyeke bi regeza Kurd wek Balyoz hatime namzedkirin.”

Hêro Mistefa Bajalan sala 1973an li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kiriye, li zanîngeha Georgetown a Washingtonê xwendiye û li zanîngeha Princeton a New Jersey mastera zanistên siyasî wergirtiye.

Koşka Spî diyar kiribû, wan belgefîlmek li ser koçkirina malbata Hêro Mistefa Bacalan çêkiriye ku Hêro qehremana wî belgefîlmî ye.