Dijeterorê Kurdistanê: Bi 2 dronan êrişî li firokxaneya Herîrê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li firokexaneya Herîrê ya li parêzgeha Hewlêrê şeva borî, 2 caran rastî êrîşan hatin.

Dijetrora Herêma Kurdistanê ragihand, şeva borî demjimêr 23:30 û 00:40 bi riya 2 dronên bombebarkirî êrîş li baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li firokexaneya Herîrê ya li parêzgeha Hewlêrê hate kirin.

Dijetrora Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir, di her du êrîşan de, ti ziyanên canî û madî derneketin.

Ev yek piştî wê tê, roja 7ê Mijdarê bi 3 dronan êriş li hêzên Hevpeymanan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin. Du dron li asman hatibûn teqandin û ya sêyem jî neteqiyayî ketibû.

Ji nîvê Cotmeha borî ve, rêxistina “Berxwedana Îslamî li Iraqê” berpirsiyariya xwe ji ber zêdetir ji 25 êrîşên mûşekî û dronan li ser hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Iraq û Sûriyeyê ragihandiye

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder roja 6ê Mijdarê eşkere kiribû, ji 17ê Cotmeha borî ve hêzên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, rastî 38 êrişan hatine û 45 leşker û karmend birîndar bûne.