Hejmara kuştiyên Xezzeyê nêzî 11 hezarê dibe

Xezze / Wêne: AP
Xezze / Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê ku ji aliyê Bizava Hemasê ya Filistînê ve tê birêvebirin ragehand: Roj bi roj artêşa Israîlê zêdetir êrîşên cuda cuda dike ser deverên cuda cuda yên Xezzeyê û hejmara kuştiyan ber bi zêdebûnê ye.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye 10 hezar û 812 kesan.

Tevî ku xelkê deverên bakurê Xezzeyê li ser daxwaza Israîlê deverên xwe berdane û ber bi başûrî ve diçin û pêla awarebûnê berdewam e jî, lê ev çend roj in Israîl êrîşan dike ser deverên başûrî jî, ku pêştir wekî devera ewle ji bo xelkê Xezzeyê hatibû diyarkirin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.