Hikûmeta Xezzeyê: Heta niha Israîlê 32 hezar tonên teqemeniyan li Xezzeyê bi kar anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmeta Kertê Xezzeyê ragehand ku heta niha Israîlê 32 hezar tonên teqemeniyan li Xezzeyê bi kar anîne. Ji bilî wê yekê jî, Israîlê zêdetirî 13 hezar bombeyên qebare 87 ton ji bo her kîlometreke çargoşeyî ya Xezzeyê bi kar anîne.

Amaje da wê yekê jî ku zêdetirî 50% ku dibe 40 hezar yekîneyên akincîbûnê li Xezzeyê hatine wêrankirin.

Ew yek jî berçav kir ku zirarên şerî yên Xezze-Hemasê bi milyaran dolaran tên texmînkirin, ku ji ber êrîşên Israîlê zirar gehiştiye jêrxane û avahiyên wî bajarî.

Li gor zanyarên medyayên Filistînî, heta niha xwecihên Xezzeyê ji ber tirsa rûbirûbûna xwînawî ya Bizava Hemasê û Israîlê bi gelek rengan ber bi başûrî ve direvin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye 10 hezar û 812 kesan.

Herwesa hejmara kuştiyên Israîlê jî gehiştiye zêdetirî 1500 kesan, zêdebarî birîndarbûn û windabûna bi dehan kesên din.