Sibe civîna neasayî ya Komkara Erebî li ser rewşa Xezzeyê tê kirin

Baregehê Komkara Erebî/ Qahîre
Baregehê Komkara Erebî/ Qahîre

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe serokên welatên Erebî dê li Erebistana Siûdiyê tevlî civîna Kopîtka Komkara Erebî bibin û dê li ser rewşa Xezzeyê danûstandinan bikin.

Biryar e sibe (Şemî, 11ê Mijdara 2023ê) civîna bîst û duyê ya Kopîtka Neasayî ya Komkara Erebî li ser rewşa Xezzeyê û êrîşên Israîlê bo ser xelkê sivîl ji aliyê serokên welatên Erebî ve bê kirin û Serokkomarê Îraqê jî dê tevlî wê civînê bibe.

Kêmtir ji mehekê ye ku du caran civînên bilez li ser rewşa Xezzeyê tên kirin. Tê çaverêkirin ku serokên welatên Erebî di vê civînê de careke din daxwaza rawestandina şerî û gehandina arîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û peydakirina çareyeke aştiyane ji bo şerê Israîl û Hemasê bikin.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîl wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.

Li gor dawî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê, heta niha hejmara kuştiyên wan ji ber êrîşên artêşa Israîlê bo ser Xezzeyê gehiştiye 10 hezar û 812 kesan.

Herwesa hejmara kuştiyên Israîlê jî gehiştiye zêdetirî 1500 kesan, zêdebarî birîndarbûn û windabûna bi dehan kesên din.