Firokeyên Îsraîlê “binesaziyên terorîstan” li Sûriyeyê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê weke bersivekê li hember armanckirina bilindahiyên Golanê, “binesaziyên terorîstan” li Sûriyeyê kirin armanc.

Rojnameya “Jerusalem Post” a Îsraîlî duh ragihandibû, du mûşekên ku ji Sûriyê hatibûn avêtin li bejahiya Golanê ketine, bêyî ku ti ziyanên canî û madî hebin.

Artêşa Îsraîlê îro Yekşemê di daxuyaniyeke kurt de diyar kir, weke bersivekê li hember armanckirina bilindahiyên Golanê, firokeyên wan ên şer “binesaziyên terorîstan” li Sûriyeyê kirine armanc.

Îsraîl roja Înê jî êrişî ser axa Sûriyê kiribû, piştî ku dronek li dibistaneke bajarê Eilat ê li başûrê Îsraîlê ketibû, ku gotibû ew dron ji Sûriyeyê hatiye.

Ji destpêka şerê Îsraîlê û tevgera Hemas a Filistînî li Kerta Xezzeyê di 7ê meha borî de, êrîşên li ser Îsraîlê ji aliyê herêmên Sûriye û Libnanê ve zêde bûne.