Israîl êrîşî Nexweşxaneya Şîfayê dike

Dîmenekî Nexweşxaneya Şîfayê di dema êrîşê de
Dîmenekî Nexweşxaneya Şîfayê di dema êrîşê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serê sibeha îro roja Çarşemê, artêşa Israîlê êrîşî Nexweşxaneya Şîfayê li Xezzeyê kir.

Artêşa Israîlê ragehand ku operasiyona wan bo ser pareke Nexweşxaneya Şîfayê dest pê kiriye û heta rizgarkirina revanidyan dê berdewam be. Herwesa got: Bizava Hemasê Nexweşxaneya Şîfayê ji bo karên teroristî bi kar aniye.

Ji aliyê xwe ve Nivîsîngeha Ragehandinê ya Hikûmetê li Kertê Xezzeyê ragehand: Êrîşa Israîlê bo ser Nexweşxaneya Şîfayê tawana şerî ye.

Rêveberê Nexweşxaneya Şîfayê li Xezzeyê amaje daye wê yekê ku “hêzên Israîlê êrîşî pişka operasiyonên hawarhatinê ya wê nexweşxaneyê kiriye”.

Bizava Hemasê di ragehandinekê de berpirsyarîtiya wê êrîşê dike stûyê Serokê Amerîkayê Joe Biden.

Berdevkê Tendirustiya Xezzeyê Eşref Qudre eşkere dike ku berpirsên artêşa Israîlê ew haydar kirine ku Nexweşxaneya Şîfayê vala bikin.

Nexweşxaneya Şîfayê mezintirîn nexweşxaneya Xezzeyê ye. Pêştir jî Hikûmeta Xezzeyê diyar kiribû ku ji ber nebûna sotemenî û karebayê jûrên operasiyon û xizmetkariyên wê ji kar keftine.