Fransa ji ber êrîşên kîmyayî, biryara girtina Beşar Esed derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Dedgeheke Fransî fermana girtinê derbarê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û berpirsên din derxist, bi tawana beşdariya di tawanên dijî mirovatiyê de û êrîşên kîmawî di Havîna 2013an de li nêzîkî Şamê.

Dadwerên Lêpirsîna Tawanan li Fransayê biryara girtinê derbarê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed, birayê wî Mahir Esed û du alîkarên wî, Rêveberê Şaxê 450 yê Navenda Lêkolînên Zanistî Xesan Ebbas û Şêwirmendê Serokkomar Lîwa Besam El-Hesen derxist, bi tawana bikaranîna çekên kîmawî yên qedexekirî li dijî sivîlan li bajarê Dûmayê û herêma Xûtaya Rojhilat di sala 2013an de, ku di encamê de zêdetir ji hezar kesî hatin kuştin.

Lêpirsîn li ser bingeha giliyekê ji aliyê Navenda Sûriyê ya Ragihandinê û Azadiya Derbirînê (SCM) û qurbaniyên Sûrî, rizgarbûyên êrîşên Tebaxa 2013an hate vekirin.

Herwiha Arşîva Sûriyeyê û Însiyatîfa Dadwerî ya Civaka Vekirî û Parêzvanên Mafên Sivîl, ku weke aliyên sivîl tevlî lêkolînê bûne, û herwiha endamên Komeleya Qurbaniyên Çekên Kîmyayî (AVCW) piştgirî dan vê giliyê.

Damezrîner û Rêveberê Navenda Sûrî ya Ragihandinê û Azadiya Derbirînê (SCM), parêzer Mazen Derwîş, derxistina biryara girtinê ji aliyê dadweriya Fransî ve li dijî Serokê Sûriyeyê Beşar El Esed û alîkarên wî, bi gaveke dadwerî ya dîrokî û serkeftineke nû ji bo qurbaniyan, malbatên wan binav kir.

Di dozên din ên Sûrî de, Yekîneya Taybet ya Tawanên li Dijî Mirovatiyê û Tawanên Şer ya Dadgeha Parîsê jî berî niha heft fermanên girtinê di dozên cuda de li dijî heft berpirsên din ên payebilind di rêjîma Sûriyê de derxistibûn. Yek ji wan jî, di Adara borî de li dijî Serokê Ofîsa Asayişa Neteweyî Elî Memlûk bû.

Roja 21ê Tebaxa 2013an Xûta Rojhilatê Şamê bi çekê kîmawî hat bombebarankirin, di encamê de bi sedan welatiyên sivîl hatibûn kuştin. Hikûmeta Sûriyeyê û opozisyona çekdar hevdu bi pêkanîna vê komkujiyê tometbar kirin. Welatanên Erebî û Rojavayî jî daxwaza lêkolînkirin û gotûbêjkirina vê tawanê di Encûmena Asayişa Navdewletî de kirin.