Randall Rhodes: Pêkvejiyana Herêma Kurdistanê dikare ji bo deverên din ên Îraqê jî bibe mînak

Randall Rhodes
Randall Rhodes

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Zannîgeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê radigehîne, “Herêma Kurdistanê rêz li ol û pêkhatên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê girtiye. Pêkvejiyana Herêma Kurdistanê dikare ji bo deverên din ên Îraqê jî bibe mînak”. Di derheqa korbenda MEPSê de jî got, “Îmkan heye nexşerêyek ji bo çareseriya arêşeyan li Îraq û deverê li korbenda MEPSê bê berçavkirin.

Serokê Zannîgeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Randall Rhodes di bernameya Basî Roj a K24 ê de ragehand, “MEPS gelek giring e û xwendekarên me ji nêzîk ve tevlî workşopan dibin ji ber ku giring e ew bizanin dîbeytên siyasî û akademî çawa tên kirin”.

Rhodes got, “Ji bo me gelek giring e ku em giringiya parêzgeha Dihokê nîşan bidin ji bo ku xelk bizane çi li vê derê heye û çi tê pêşkêşkirin. Xelk kwesa tê digehe ku tenê Hewlêr û Silêmanî hene, Dihok cihekê gelek xweşik e û ji bo dezgehên perwerdeyî derfeteke gelek baş e”.

Serokê Zannîgeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê amaje da, “Herêma Kurdistanê gelek rêz li pêkhat û olên cuda cuda girtiye, lewma eger em bikarin vî wêneyê xweşik nîşanî Îraqê bidin dê tiştekî xweşik be. Em dikarin zêdebarî cudahiyên xwe bi rengekî aştiyane pêkve bijîn. Herêma Kurdistanê modeleke gelek xweşik e”.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn ku wekî MEPS tê nasîn dê li roja 19ê vê mehê li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi tevlîbûna zêdetirî 150 kesatiyên siyasî û şarezayên navxweyî û navdewletî bi rê ve biçe, ku K24 dê sponsoriya wê ya medyayî bike.

Di wê korbendê de çend panel bi rê ve diçin ku girêdayî ecêndaya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn in, ku ji rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, alingariya ewlehiyê, aborî û siyasî, rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, guhertinên seqayê û berhingarbûna alingariyan û kêmkirina girjiyan pêk tê.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn korbendeke salane ye ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê rêkxistin, cara yekê li sala 2019ê bi rê ve çû, îsal jî gera wê ya çarê dê bê kirin û dê sê rojan berdewam be.

Li ser astê Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hişyar Zêbarî û bi dehan kesatiyên din dê tevlî vê korbendê bibin.

Li ser astê Îraqê, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî, Cîgirê Berê yê Serokwezîrê Îraqê Beha Arecî û çend kesatiyên din dê tevlî vê korbendê bibin.

Diyartirîn kesatiyên navdewletî ku dê tevlî MEPS23ê bibin ev in; Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê Nazim Zehawî, Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayrektar, Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Wezîrê Berê yê Xwarin û Çandinê yê Tirkiyeyê Mihemed Mehdî Eker û çend kesatiyên din ên siyasî, akademî û şareza di warên siyasî û teknolojiya zanyarî de.