HSDê endemekî DAIŞê li Reqayê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di operasyonekê de çeteyekî DAIŞ′ê li gundewarê Reqayê hat girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, roja 20ê Mijdarê di operasyoneke Yekîneyên Antî-Teror (YAT) a ser bi HSDê de, terorîstê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade hat girtin.

Diyar kir jî, Operasyon li bajarokê Kerama yê li gundewarê rojhilatê Reqayê, bi piştevanî û çavdêriya asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin.

Diyar kir jî, terorîstê hatiye girtin, endamên ′Eşbal El-Xîlafe′ ji kampên malbatên DAIŞ yên Rojavayê Kurdistanê direvandin û digihandin navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên dagîrkirî.

HSDê 12ê vê mehê jî nasnameya fermandarê leşkerî yê DAIŞê Mihemed Sexir El Bekir (Xalid El Şamî) yê ku hatiye girtin aşkere kiribû.

Diyar kir jî, Mihemed Sexir El Bekir cîgirê fermandarê leşkerî ya wîlayeta Şamê bû ku di Çileya 2022an de weke serçeteyê operasyona terorîst beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sîna ya Hesekê bûbû.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.