HEDEP û AK Partî li ser rewşa zîndaniyên nexweş civiyan

Meral Daniş Beştaş
Meral Daniş Beştaş

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP) û Partiya AK Partî li ser rewşa zindaniyên nexweş ji bo cara duyem civiyan.

Cîgira Seroka Firaksiyona HEDEPê Meral Daniş Beştaşê careke din red kir ku wan digel AK-Partiyê danûstandineke nehênî di derheqê hilbijartinan de kiribe.

Lê Beştaşê got, ji ber ku AK Partî, partiya deshilatê ye û hikûmetê bi rê ve dibe, hin caran hevdîtin di navbera wan de çêdibin. Diyar kir jî, li ser pirsa zindaniyên nexweş, wê û Cîgirê Serokê Firaksyona HEDEPê Saruhan Oluç, bi Wezareta Dadê re heta setekê civiyane.

Hefteya borî jî Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan eşkere kiribû ku Parlamenterên HEDEPê Perwîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re li ser pirsa zindaniyên nexweş de hevdîtin kirine.

Hat zanîn ku Buldan û Onder rapora Komîsyona Girtîgehan a HEDEP'ê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêşkêşî Wezîr Tunç kiribûn.