Nijadperestên Tirk êrîşî Ozgur Ozel û Pervîn Çakar dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê CHPê Ozgur Ozel ku di konsertekê de destê hunermenda Kurd a Operayê Pervîn Çakar maç kiribû, di siyaseta Tirkiyeyê de deng veda, nijadperestên çep û rast ên Tirkiyeyê jî êrîşî Ozel û Çakar kirin. Hevbeşê desthilatê Bahçelî rexne li Ozel girt ku çawa kesek behsa Kurdistanê dike, diçe destê wê maç dike.

Pervîn Çakar, hunermenda Opera û sopranoya navdar a Kurd, di nava siyaset û torên civakî yên Tirkiyeyê de dibe mijara nîqaşên berfireh.

Hunermend Pervîn ku li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê jidayîk bûye û li Îtalya di çendîn akademiyan de perwerdeya operayê dîtiye, li Stenbolê beşdarî bernameyeke hunerî bû.

Serokê nû yê CHPê Ozgur Ozel jî tevî Pervîn Buldan hevseroka berê ya HDPê beşdarî bernameyê bû û piştî temaşekirinê çû ser dike û Pervîn Çakar pîroz kir û destê wê maç kir.

Maçkirina destê hunermendeke Kurd ku di heman demê de xwedî li ax û zimanê xwe derdikeve, di nava Tirkiyeyê de bû mijara nîqaşan. Nijadperestên Kemalîst ku xwe wek aqilmendê CHPê dibînin, helwesta Ozel şermezar kirin ku çawa ji bo ku xwe bo Kurdan şîrîn bike, karekî wiha dike.

Hevbeşê desthilatê û Serokê MHPê Devlet Baxçelî jî rexne li helwesta Ozgur Ozel digre ku çawa li gel parlamenterên HDPê beşdarî bernameyê dibe û destê hunermenda ku xwedî li Kurd û Kurdistanê derdikeve maç dike. Baxçelî dibêje, were destê parlamenterên jin yên fraksiyona MHPê maç bike, ew pîroz in.

Li ser torên civakî jî, helwesta Ozel deng veda, gelo Pervîn Çakar çiqas navdar e ku destê wê maç kiriye, yan jî çima Ozel destê hunermendeke Kurd maç dike, gelo ev sînyaleke bo wergirtina dengên Kurdan, yan jî derfetek daye destê desthilatê.

Pervîn Çakar, hunermenda opera û sopranoya Kurd ku çendîn xelatên navneteweyî wergirtine û beşdarî dehan konsêrtan bûye, li Tirkiyeyê jî beşdarî hejmarek çalakiyên hunerî bûye. Li gor agahiyan, TRT Kurdî vîdyoyên Pervîn Çakar niha ji arşîvên xwe reş dike ku dezgehên nêzîkî AK Partî sala 2013an ji ber hunera wê, Pervîn Çakar xelat kiribû.