Hejmareke din a revandiyên Israîlî li Xezzeyê tê azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya agirbestê û lihevkirina ji bo lihevguhertina revandî û zindaniyan û gehiştina arîkariyên mirovî de, Bizava Hemasê 11 revandiyên din ên Israîlî li Kertê Xezzeyê dane destê Lijneya Navdewletî ya Xaça Sor.

Supayê Israîlê di ragehandinekê de amaje da ku 11 revandiyên din ên Israîlî li Xezzeyê bi merema azadkirinê radestî berpirsên Xaça Sor hatine kirin.

Di çarçoveya wê lihevkirina lihevguhertina revandî û zindaniyan de ku di navbera Hemas û Israîlê de peyda bûye, heta niha 51 revandiyên Israîlî hatine azadkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî li ser tora civakî ya “X”ê amaje da wê yekê ku li beranberî 11 revandiyên Israîlî 33 welatiyên Filistînî ji zindanên Israîlê hatine azadkirin.

Ensarî amaje da wê yekê jî ku ji wan 33 zindaniyan sê jin û 30 zarokên di bin jiyê 18 saliyê de ne.

Roja Duşemê, 23ê mijdara 2023ê, bi navbeynkariya Qeterê agirbesta mirovî li Xezzeyê ji bo dema du rojên din hat dirêjkirin.

Agirbesta navbera Hemas û Israîlê li roja 24ê Mijdara 2023ê hat destpêkirin, heta niha zêdetirî 50 revandiyên Israîlî û 150 zindaniyên Filistînî hatine azadkirin.