Sezgîn Tanrikulu: Dadgeh kar ji bo ronînekirina doza kuştina Tahir Elçî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlementerê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu, rûniştina 9. a doza kuştina Tahir Elçî li Diyarbekir şopand û rexne li pergala şopandina doza kir.

Parlementerê CHP yê Sezgîn Tanrikulu ku Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê bû ji K24ê re got: “Tahîr Elçî bû qurbanê reşkujiyeke siyasî. Lêpirsîn 5 salan dom kir. Paşê doz dest pê kir. Îddanameya dozê li ser ronînekirina dozê hatiye amadekirin.”

Herwiha got: “Dadgeh her carê dozê bo demeke dirêj paş dixe, guhdariya şahidan nake, daxwazên parêzeran red dike. Divê li cihê bûyer pêk hatiye, guhdariya şahidan bikin û li wê derê parêzer pirsên xwe ji bergumanan û şahidan bikin. Lê dadgehê ev jî red kir. Dadgeh ji bo ku bûyer ronî nebe kar dike.”

Îro ku rûniştina doza kuştina serokê berê yê Şaxa Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hatibû kirin, lê dîsa doz ji bo roja 6ê Adara 2024an hat paşxistin.

Seroka Baroya Diyarbekirê Nahîd Eren piştî rûniştina dozê di civîna çapemeniyê de diyar kir, rûniştina dozê bo 6’ê Adarê hatiye paşxistin û hemû daxwazên wan hatine redkirin.

Nahîd Eren got, ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û dest ji mafên xwe yên yasayî bernedin.