Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em serbilind in ku Kurdistan bûye mêrga seqamgirî û pêkvejiyanê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de di çarçoveya pêşwaziya hejmareke balyoz û konsul û şandî û diplomatên welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê de ragehand, em gelek serbilind in ku Kurdistan bûye mêrga seqamgirî û pêkvejiyanê.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di şîvxwarineke taybet de bi helkefta cejnên bûnê û serê salê, pêşwaziya balyoz û konsulên giştî û şandî û diplomatên welatan li Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejnên bûnê û serê salê li wan pîroz kirin û daxwaza saleke pirî xweşî û serkeftin ji wan re kir.

Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da şer û aloziyên Rojhilata Navîn û nîgeranî û xemgîniya xwe ji bo qurbaniyên sivîl diyar kir û tekez li ser çarekirina arêşeyan bi rêya danûstandinan û bi rengekî aştiyane kir.

Di pareke din a gotinên xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa qebxwaziyên guhertina seqayî û bandorên wê yên nerênî li ser jiyana xelkî kir û daxwaza pêşxistina hevahengiyê û arîkariya civaka navdewletî ji bo berhingarbûna gefên guhertina seqayî kir.

Ji aliyekî din ve bal kişand ser wê yekê ku, îsal ji aliyê jîngehî jî ve saleke bizehmet bû ku em rûbirûyî guhertinên seqayî û wan arêşeyan bûn ên ku em li cîhanê dibînin.

Mesrûr Barzanî amaje da ewlehiyê û got, “Me li Kurdistanê bizav kiriye cihê jiyanê ji bo hemî kesan dabîn bikin, ji ferhenên cuda û netewe û olên cuda. Em gelek serbilind in ku Kurdistan bûye mêrga seqamgirî û pêkvejiyanê”.

Li dawiyê jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya hemî mêvanan kir ku di şerê dijî DAIŞê de arîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû û dubare cejnên bûnê û sala nû li wan pîroz kirin û hêvî xwastin ku êvareke xwe derbaz bikin.