Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê li Diyarbekirê dê namzetekî hevpar diyar bikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê biryar dane ku li Diyarbekirê bi hevre beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin. Rêveberên Saadet û Pêşerojê didin zanîn ku dê namzetê wan kesek kurdîzan û navek xurt be.

Yek ji tifaqên Hilbijartinên Şaredariyan a 31ê adara 2024an jî Tifaqa Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê ye ku ji aliyê herdu partiyan ve komisyona hevkariyê ya hilbijartinê hatiye avakirin û namzetên tifaqê jî dê ji aliyê vê komîsyonê ve werin diyarkirin. Partiyên ku tifaqa xwe ragihandine dê li Diyarbekir jî namzetek hevpar nîşan bidin û didin zanîn ku dê namzetê wan kurdîzan be û li gorî daxwaz û hêviyên gel be.

Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç ji K24ê re got: “Li Diyarbekirê û li tevahiya herêma ku Kurd lê dijîn divê yên siyasetê dikin kurdî bizanibin kurmancî an jî zazakî bizanibin. Hevdîtinên me berdewam in. Emê li gorî daxwazên gel namzet nîşan bidin.”

Xebatên Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê bo diyarkirina namzetên hevpar berdewam in û rêveberên van herdu partiyan didin zanîn ku bo berfirehkirina tifaqê dê serdana partiyên din jî bikin û her wiha li dijî tayînkirina qeyuman jî helwesta xwe aşkere dikin.

Cîgirê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Saadetê Hamît Ozan dibêje: “Em li dijî pergala qeyum in. Hevdîtinên me li gel Partiyên wek Dem Partî û HakParê hebûn û ji bo hilbijartinên şaredariyan jî emê serdana wan bikin.”

Partiya Saadetê di hilbijatinên 2019an de li Diyarbekirê şaredariya Çunguşê bi dest xistibû û ji ber ku potansiyela wê heye dê Partiya Pêşero jî bi logoya Saadetê bikeve hilbijartinê lê heta dema dawî jî deriyên xwe bo tifaqek nu vekirî dihêlin.