Serok Barzanî: Ala me sembola berxwedan, aştîxwazî û xwebaweriya gelê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya roja Ala Kurdistanê belav kir û tê de ragihand, “Ala me sembola berxwedan, aştîxwazî û xwebaweriya gelê me ye.

Serok Barzanî îro 17.12.2023an bi boneya roja Ala Kurdistanê, peyama xwe li ser tora civakî ya “X” bi boneya roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Kurdistaniyên ezîz, Roja Ala Kurdistanê li we hemûyan pîroz be.

Ala me sembola berxwedan, aştîxwazî û xwebaweriya gelê me ye.