Li Stanbolê Rojên Danasîna Diyarbekirê dest pê kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Qada Çalakiyan a Firokexaneya Ataturk a Stenbolê de, Rojên Danasîna Diyarbekir dest pê kir. Di pêşangeha ku 5 rojan dê bidome de çanda Diyarbekirê, xwezaya wê, cilûberg û xwarinên wê dê werin danasîn. Di roja yekem de qedayîf, ecîn û penêrê Diyarbekirê rastî eleqeyeke teybet hatin.

Bi hevkariya Parêzgeriya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir û Weqfa Hevgirtin Çand û Danasîna Diyarbekir li Stenbolê  "Rojên Danasîna Diyarbekir" dest pê kir. Di pêşangeha ku 4 rojan dê bidome de welatî dikarin ji her alîyî ve teybetmendî û dewlemendiyên Diyarbekir bibînin û binasin. Kesên di pêşangehê de nunertiya Diyarbekir dikin jî balê dikêşin ku Diyarbekir xwedî çand û xwarinên cuda dewlemend e.

Sekreterê Şaredaiya Bajarê Mezin a Diyarbekir Abdullah Çîftçî ji K24ê re got: “Li gel aramya ku 10 salên dawîn de Diyarbekir bi dest xistiye hewl tê dayîn ku hemu nirxên Diyarbekir bi cîhanê re were parvekirin û were danasîn. Armanca me ew e ku bi rêya çalakiyên wisa serdana geştiyaran bo Diyarbekir zêde bikin. Diyarbekir bi çand û dîroka xwe ya bedew hêjayî van tişatn e. Em welatiyên Stenbolê vedixwînin vê derê.”

Welatiyên ku serdana Pêşangeha Rojên Danasîna Diyarbekir kirîn bi teybetî berê xwe dan standên qedayîfa Diyarbekir. Hosteyên qedayîfa Diyarbekir dan zanîn ku ji aliyê rêbaza çêkirin û tamê ve qedayîfa Diyarbekir cîhanê de navdar e û dê di pêşangehê de 700 kîlo qedayîf were çêkirin.

Hosteyê Qedayîfê Şêxmûs Arto dibêje: “Sedema navdarbûna qedayîfa me ew e, em gûzên xwecihî yên Diyarbekirê û rûnê xwerû bi kar tînin. Helbet bandora hewayê jî heye. Qedayîfa Diyarbekir bi tam û baş qelandina xwe navdar e. Em bang li xelkê Stenbolê dikin ku werin li van taman binihêrin.”

Hosteyê Cegerê Mehmet Sûr jî dibêje: “Îro rojek gelek baş e. Îro Diyarbekir hatiye Stenbolê. Dema mirov dibêjê Diyarbekir çit ê bîra mirovan: Cegera Diyarbekir, Penêrê Diyarbekir, Qedayîfa Diyarbekir. Liv ê derê her tişt heye. Lê eleqeya herî zêde bo cegerê ye.”

Welatîyên ku dixwazin serdana pêşangehê bikin ji bilî wesaîtên xwe yên teybet bi rêya metroyê jî digihîjin qadê. Esnafên Diyarbekirî yên beşdarî Rojên Danasîna Diyarbekir bûne bang dikin ku Stenbolî li tama xwarinên Diyarbekir binihêrin.