Îro sêvên Herêma Kurdistanê ji bo derveyî welatî tên hinardekirin

Sêvên Berwarî Bala
Sêvên Berwarî Bala

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro karwanê yekê yê sêvên Herêma Kurdistanê ji bo derveyî welatî bê hinardekirin.

Li gor zanyarên Kurdistan24ê, îro seet 1:00 ê nîvroyê, karwanê yekê yê sêvên Herêma Kurdistanê ji bo derveyî welatî tê hinardekirin.

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên xwe zêde kirine ku li piraniya welatan bazarî ji bo berhemên cotyarên xwe peyda bike.

Li Adara 2022ê, pêşengiya hinardekirina berhemên çandinê yên Kurdistanê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat destpêkirin.

Tîmeka bihêz li Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nexşerêyek ji bo hinardekrina berhemên çandinê yên Herêma Kurdistanê ji bo welatên kendavî dana.

Îsal kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê berdewamî da hinardekirina hinaran, belkî pirojeya xwe ya hinardekirinê berfirehtir kiriye, ku berhemên dî yên wekî sêvên Berwarî Bala û hingivînî jî vegirtin.

Ev êngav tekezê li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pirrengkirina çavkaniyên dahatan dike.