Li Diyarbekirê dermanên pizîşkî kêm bûne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi biryara Serokomariya Tirkiyeyê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê buhayê dermanên pizîşkî hatin zêdekirin. Tevî ku dê buhayên zêdekirî 10 rojên din derbasdar bin, çend roj in li dermanxaneyan derman peyda nabin. Rêveberên qada dermanfiroşiyê dixwazin ku pergala zêdekirina buhayan, were guherandin.

Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin, buhayên dermanên pizîşkî ji %25 hatin zêdekirin û dê ji 25ê Berfanbarê bi şûn ve welatî bi buhayê zêdekirî xwe bigihînin dermanan. Lê belê ji niha ve derman nayên peydakirin. Rêveberên Jûra Dermanfiroşan a Diyarbekirê, sedemên vê rewşê wiha eşkere dikin:

Serokê Jûra Dermanfiroşan a Diyarbekirê Turgay Yaşar ji K24ê re got: “Em vê dixwazin. Dema ku buhayên dermanan hatin zêdekirin, bila roja din bi wan buhayan bên firotin. Lewra 10 roj bi şûn ve ev biryar pêk tê û ev jî dibe sedem ku fîrma û depovan dermanan di depoyan de rawestînin da ku bi buhayê zêdetir bifiroşin. Hin dermanên ji bo nexweşînên rojane ligel me peyda dibin lê ji bo hin êşên giran, derman tunene û ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin.”

Dermanfiroşên Diyarbekirê jî amaje dikin ku pergala zêdekirina dermanan a li ser Avroyê şaş e û divê buha bi rêbazeke din bên zêdekirin. Dermanfiroşên ku ji rewşê ne razî ne, dixwazin ku ji vê qadê re çareseriyeke mayînde bê dîtin.

Dermanfiroş Umran Duran Yalin dibêje: “Em di depoyan de dermanan nabînin. Di lîsteyên me de 3 rûpel dermanên ku nayên peydakirin hene. Mixabin ji ber vê jî em û nexweşan rû bi rû dimînin. Em dermanan dixwazin, dibêjin tunene. Hinek dermanan jî yeko yeko dişînin. Mixabin ev jî têrî pêdiviyên nexweşên me nakin.”

Welatiyên ku nêzîkî 2 hefteyan e nikarin xwe bigihînin dermanan, nikarin nexweşînên xwe jî derman bikin.

Welatî Fevzî Sagdiç: “Ez vê hefteyê li temamê dermanxaneyên Diyarbekirê geriyam. Ev derman tunebû. Ez îro hatim, min navê derman da guherandin û min li vê derê peyda kir.”

Ji ber ku buhayê dermanan ji %25 tên zêdekirin, bi dehan cure derman, nagihîjin dermanfiroşan. Ev yek jî dibe sedem ku di navbera nexweş û dermanfiroşan de alozî derkevin. Ji ber vê rewşê, hem welatî hem jî dermanfiroş bi gazinc in.