Monodramaya Selmayê li Kerkûkê tê pêşkêşkirin

Monodramaya Selmayê
Monodramaya Selmayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Karekê hunerî yê hevpar di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de di çarçoveya monodramaya Selmayê de kom dibe û biryar e Koma Hawarê ya Şanoyê li Kerkûkê pêşkêş bike.

Derhênerê monodramaya Selmayê Nejad Necim ji K24ê re ragehand, “Monodramaya Selmayê, ku biryar e roja Şemiyê, 23ê Berçileya 2023ê, li Kerkûkê bê pêşkêşkirin, karekê hevpar ê navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê ye”.

Herwesa got, “Naveroka vê monodramayê behsa karesatên Helebceyê û enfalan û mişextbûna bikom a Kurdan dike”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Bi her du zimanên Kurdî û Ingilîzî kar li ser vê monodramayê tê kirin”.

Derhênerê monodramaya Selmayê ragehand, “Biryar e em li monomentên Helebce û Germiyan û Barzanê dest bi pêşkêşkirinên xwe bikin, paşî bi zimanê Ingilîzî li welatên Ewropayê û dadgeha Lahayî dîsa pêşkêş bikin, ji bo ku em cîhanê bi zilm û karesatên xwînawî yên ku li dijî Kurdan hatine kirin haydar bikin”.

Monodramaya Selmayê ji nivîsîna Dilşad Mistefa û sînografiya û derhênana Nejad Necim, Hewar Faris û Orêlî Îmbert e, ku ektereka Fransayî ye û ev karê wê yê yekê ye li Kerkûkê.