Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê gihîşt ser sînorê bi Herêma Kurdistanê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, piştî operasyona asmanî ya şeva borî, serdana xeta sînor ya bi Herêma Kurdistanê kir.

Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyeyê belav kir, Yaşar Guler ê ku tevahiya şevê ji Navenda Operasyonên Hêza Asman ve operasyon bi rê ve bir, bi danê sibê re çû xeta sînorê Iraqê.”

Da zanîn jî, bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re, Serfermandariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê jî heye.

Ev yek piştî wê tê, Wezareta Berevaniyê Tirkiyeyê ragihandibû, şeva borî firokeyên wan 29 çeperên PKK û YPGê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Da xuyakirin jî, ev êrîş ji bo tolhildana leşkerên ku di şerê du rojên borî de li dijî PKKê hatin kuştin, hatiye kirin ku di du rojên borî de 12 leşkerên wan di şer û pevçûnên ligel PKKê de hatine kuştin û çend leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê Tirkiyeyê gotibû jî, 29 çekdarên PKKê jî di operasyonên wan de hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve çavkaniyên ser bi Rêveberiya Xweser ve jî ragihandin, firokeyên Tirkiyeyê şeva borî çend navendên sivîlan kirine armanc, welatiyekî sivîl birîndar bûye û ziyanên madî çêbûne.