Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh peyameka pîrozbahiyê parve dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh peyameka pîrozbahiyê parve kiriye, di pareka wê de hatiye, “Di vê helkefta pîroz de, em pabendiya Herêma Kurdistanê bi pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û parastina mafên tevaya pêkhatan tekez dikin”.

 

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh (Silavên Xudê lê bin), ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî tevaya Kiristiyanên Kurdistanê û Îraqê û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im rojên cejn û bêhinvedanan bi xweşî û şadî û aramî derbaz bikin.

Di vê helkefta pîroz de, em pabendiya Herêma Kurdistanê bi pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û parastina mafên tevaya pêkhatan tekez dikin.

Cejna we pîroz be û herdem bi şadiyê de bijîn

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê