Astê avê li bendava Dihokê bilind dibe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Heftiya borî li Herêma Kurdistanê gelek baran barî û ava bendavên Kurdistanê zêdev bû, Birêveberê Sikrê Dihokê amajeyê dide rewşa bendavan û rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wî warî de.

Birêveberê Sikrê Dihokê Ferhad Mihemed ji K24ê re ragehand, “Li dû westgeha keşnasiyê ya ku me li Birêveberiya Sikrê Dihokê heye, di sê rojên borî de (22, 23 û 24ê Berçileya 2023ê) nêzî 64 milîmên baranê barîne. Vê yekê we kiriye ku astê avê yek mitrê bilind bibe”.

Herwesa got, “Verêja baranê wesa kiriye ku yek milyon metrên sêcarkî yên avê li bendava Dihokê zêde bibin”.

Ferham Mihemed amaje da, “Niha astê bendava Dihokê metrek û 80 sentîman ji par wekî vê demê zêdetir e. Yanî ew rêjeya baranê û verêja avê ya di van çend rojên borî de hatî bandoreka baş li bendava Dihokê kiriye”.

Bal kişand ser bendavên din jî û got, “Bendava Xinisê, ku li ser demê kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat temamkirin, ev du sal in dest bi embarkirina avê kiriye. Di her sê rojên borî tenê de, li bendava Xinisê nêzî 8 metran astê avê bilind bûye û sê milyon metrên sêcarkî yên avê li wê bendavê zêde bûne. Rêjeya barîna baranê jî di van her sê rojan de 90 milîm bûn”.

Wî amaje da bendaveka qezaya Sêmêlê jî û ragehand, “Li bendava Keşkanê jî ku li qezaya Sêmêlê ye av sê metran bilind bûye, 35 milîmên baranê barîne û 90 santîman zêde bûye, vê yekê we kiriye ku 184 hezar metrên sêcarkî yên avê li bendava Keşkanê zêde bibin”.

Birêveberê Sikrê Dihokê herwesa got, “Rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet kabîneya nehê li ser bendavan gelek bibandor bû. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rasterast gelek giringî daye mijara temamkirina wan bendavên ku nîvero mabûn û çêkirina hindek bendavên nû jî li ser astê Kurdistanê hemiyê.

Zêdetir ron kir, “Me li sinorê parêzgeha Dihokê li ser sê bendavan dest bi karî kiribû, li bendava Xinisê ku ev du werz in av tê da tê embarkirin. Niha kar li ser du bendavên dî jî tê kirin; bendava geliyê Bendava û Bendava Sipneyî.

Li dawiyê jî got, “Nêzî 16 milyar dînaran gojimê van bendavan in”.