Kompaniyeke Amerîkî dê li navçeya Sûra Diyarbekir petrolê derbixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniyek ku navenda wê li Amerîkayê ye, dê li Sûra Diyarbekirê petrole derbixe. Kompaniya Amerîkî dê bihayê 10 milyon dolaran razemeniyê bike û salane jî 28 hezar û 800 ton petrola xam derbixe.

Ji aliyê malpera enerjigunlugu ve hat ragihandin, kompaniyeke petrole ya Amerîkî dê li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê petrole derbixe û ev yek jî dê piştî lêgerîn û nirxandina kalîtîya petrolê dest pê bike.

Li gorî agahiyên hatine ragihandin, dê 3 bîrên sondajê werin vekirin û rojane 80 ton petrol were derxistin. Kompaniya bi navê Amerikan Transatlantic Petroleum Ltd dê ji bo vê projeyê 10 milyon dolaran xerc bike.