Li Diyarbekirê Rojbûna Hz. Mesîh hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Rojbûna Hz. Mesîh, wekî seranserê cîhanê; li Diyarbekirê jî bi coş hat pêşwazîkirin. Pîrozbahiya îsal dîsa li Dêra Dayîk Meryem a Suryaniyan, bi dua û ayînên olî hat pîrozkirin. Welatiyên Suryanî, di duayên xwe de ji bo hemû gelan hêviya aştiyeke mayînde kir.

Dêra Dayîk Meryem a Suryaniyan ku ji sedsala 3emîn ve li ser piyan e, îro pêşwaziya pîrozbahiyên rojbûna Hz. Mesîh a 2023yan kir. Di merasîma ku hejmarek Misilman jî beşdar bûn de îsal ji qada siyasî beşdarî çênebû. Rêveberên olî yên Dêra Dayîk Meryem a Suryaniyan a Diyarbekirê, peyama xwe bi van gotinan ragihand:

Keşîş Salîba Açîş ji K24ê re got: “Duayên me hemûn li ser aştiyê ne. Îro ji bo ku li hemû cîhanê aştî û silametî hebe, ev şer û tiştên nebaş ku tên kirin bi dawî bibin em dua dikin. Bi duayên me û bi hêza wî ku alîkariya me bike, da ku li cîhanê aştî pêk were.”

Merasîma olî ya ji bo rojbûna Hz. Mesîh, ji aliyê Keşîş Behman Matî yê ku ji Mêrdînê beşdar bû ve hat rêvebirin û rêveberên olî yên Dêra Dayîk Meryem jî ligel wî bi qasî 2 saetan dua kirin. Li gorî agahiyên îsal hatine tomarkirin, hejmara Suryaniyên li Diyarbekirê tenê 20 kes mane û ligel van welatiyan, bi giştî bi qasî 40 kesan rojbûna Îsa Mesîh pîroz kir. Welatiyên beşdarbûn jî li ser wateya vê rojê wiha axivîn:

Welatî Mistefa Yaşar: “Em ji rojbûna îro jî gelek kêfxweş in ku em ji nav gunehên xirab derketin û em ketin rêya baş. Wî rêya baş nîşanî me da, rêya ronî nîşanî me da. Ji me re got ku ronahiyê bidin mirovan, ronahiyeke xweş bidin ku mirov bizanibin hûn bi min re ne.”

Welatî Newres Eren: “Me mehekê rojiya xwe girt. Em her rojên yekşemê jî hatin dêrê û me ayînên xwe kirin. Niha jî em ê biçin malên xwe, dê mêvanên me werin û em ê bi hev re xwarinan bixwin.”

Li Dêra Dayîk Meryem a Suryaniyan a Diyarbekirê, jidayîkbûna Hz. Mesîh bi kelecan hat pêşwazîkirin. Ji bilî ayînên olî ku li dêran tên kirin, welatiyên Xirîstiyan dê 3 rojên din jî li malên xwe şahî û duayên xwe berdewam bikin.