Tirkiyeyê çend cih û xalên din ên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

Rêbendeke Kobanê
Rêbendeke Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye bo roja sêyemîn binesazî, saziyên xizmetguzariyê û xalên asayişê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

Li gorî medyaya xwecihî, artêşa Tirkiyeyê îro 26ê Berçile rêbenda Elaya ya hêzên asayîşê ku li ser rêya Qamişlo-Tirbesipiyê dikeve, du rêbendên asayişê li Amûdê, 7 rêbendên asayîşê li bajarê Kobanê kirin armanc, bêyî ku ziyan werin naskirin.

Herwiha astêşa Tirkiyê, sayolên genim yên bajarê Girkêlegê, gundewarê Tiltemir, herwiha nexweşxaneya Miştenûrê li bajarê Kobanê bombebaran kir û nexweşxaneya Miştenûrê ji kar derket.

Artêşa Tirkiyeyê ji roja 24ê vê mehê ve bi riya dronan bi dehan sazî û navendên xizmetguzariyê û xalên asayiş û HSDê li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û li gorî amaran jî heta niha 8 kesan canê xwe jidest dane û ziyanên madî yên mezin derketine.

Di vê derbarê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyekê de bang li Netewên Yekgirtî, Amerîka û Rûsyayê kir ku êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

MSDê di daxuyaniya xwe de got: “Ev 3 roj e dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê, stasyonên kehrebeyê, zeviyên petrolê, nexweşxane, şîrketên pêşxistina çandiniyê û heta çapxane jî, bombebaran dike û di encamê de welatiyên di wan saziyan de kar dikin, şehîd bûn.”

Ji aliyê xwe ve, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser tora civakî ya “X” bang li civaka navdewletî kir ku destêwerdanê bike û êrîşên Tirkiyeyê rawestînin û aramiya deverê biparêzin.