Mexdûrên 12ê Îlonê: Bila Şopên êşkenceyê ji Girtîgeha Diyarbekirê neyên wendakirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Şandeke ji Gerînendehiya Wezareta Çand û Muzexaneyan a Tirkiyeyê ku li Diyarbekirê bi mexdûrên 12ê Îlonê yên li Girtîgeha Diyarbekirê rastî êşkenceyan hatibûn re civiyabû û li daxwazên van mexdûran guhdarî kiribû. Lê piştî vê civînê, hat zanîn ku navê êşkencekarê serdemê Esat Oktay Yildiran, li Îzmîrê li dibistanekê hatiye danîn û ev helwest di nav Kurdan de rastî bertekên tund hat.

Şandeke ji Gerînendehiya Wezareta Çand û Muzexaneyan a Tirkiyeyê, ji endamên Înîsiyatîfa Girtîgeha Diyarbekirê ya hejmar 5 a Bîra Muzexaneyê, daxwaza hevdîtinekê kiribû û di navbera aliyan de civîneke sûdewar çêbûbû ku ji çapemeniyê re girtî hatibû kirin. Endamên înîsiyatîfê, hin daxwazên mexdûran wiha ragihandin:

Endamê Înîsiyatîfa Girtîgeha Diyarbekirê ya hejmar 5 a Bîra Muzexaneyê Nûrî Sinir ji K24ê re got: “Ev 15 sal in em hewil didin ku ji bo Girtîgeha Diyarbekirê, wehşet û zilma ku di sala 1980yî de li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê hatine kirin, bi rêya muzexaneyê bên parastin. Me xwest ku ev der bibe muzexane, vê helwesta ku çêbûye û tiştên ku hatine kirin, bi rêya dîjîtal, bi sûret û bi peykeran bên çêkirin û neqilê pêşerojê bên kirin.”

Şanda ku beriya civînê li nav Girtîgeha Diyarbekirê geriya û ligel mehkûmên wê demê hin nirxandin kirin; li hemû mexdûran guhdarî kir. Mexdûrên 12ê Îlonê her çiqas nexwazin ew roj bikevin bîra wan jî li ser cihên ku lê êşkence dîtine, ev daxwaz kirin:

Mexdûrê 12ê Îlonê Cano Amedî got: “Em bi hev re çûn, li nav girtîgehê geriyan. Girtîgeh ji derve ve wekî xwe xuya dike lê belê ji hundir ve hemû hatiye guherandin. Ew hucreyên ku em tê de mane bi her awayî hatine guherandin. Me ji wan re got ku cihên ku hatine guherandin, divê hemû li gorî reseniya xwe ji nû ve bên pergalkirin. Dewlet neçar e ku lêborîna xwe ji mexdûrên wê demê û ji xelkê Kurd bixwaze.”

Piştî dengvedana vê civînê ku di nav mexdûrên 12ê Îlonê de bûbû sedema hêviyan, hat zanîn ku navê êşkencekarê 12ê Îlonê yê Girtîgeha Diyarbekirê Esat Oktay Yildiran, li navçeya Bûcayê ya Îzmîrê; li dibistanekê hatiye danîn. Ev yek di nav siyasetmedarên Partiya DEVAyê de jî rastî bertekên tund hat.

Siyasetmedarê Partiya DEVAyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî dibêje: “Îro ew zarokên ku li wê dibistanê perwerdehiyê dibin, dê ji mamosteyên xwe bipirsin bê ka gelo ev camêr kî ye ku we navê wî li dibistanê kiriye û we sûretê wî daniye dibistanê: Mamoste dê çi bibêje? Gelo dê bibêjin, ‘wî di 12ê Îlonê de ewqas Kurd êşkence kirine, ewqas Kurd kuştine ewqas Kurd jî ji ber wî reviyane çiya û 40 sal in di vî şerî de ne. Gelo dê bersiva mamosteyan bi vî awayî be?”

Mexdûrên 12ê Îlonê, dixwazin ku êş û azarên wan di vê girtîgehê de dîtine, bigihîjin nifşê nû. Qadên pêwendîdar bi hestyarî nêzîkî vê daxwaza mexdûran bûn lê jiyandina navên êşkencekarên wê serdemê jî dibe sedema dilşikestinê.