Berdevkê PWKê: Em neviyên Şêx Seîd, Bedirxan û Seyîd Riza ne û bêrêziya li wan qebûl nekin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bo piştgiriyê, serdana Komeleya Şêx Seîd kir û di serdanê de hat amajekirin nîqaşên derbarê navê Şêx Seîd de bi dawî nabin û divê kurd baldar bin ku bi awayeke berdewam li nirxên xwe xwedî derbikevin û divê bêrêziya hember Şêx Seîd nebe wek bûyerek ji rêzê.

Nîqaşên ku li ser navê Şêx Seîd hatine destpêkirin, berdewam in û li aliyekê jî bertek û piştgiriya rêxistin û partiyên siyasî yên kurd jî berdewam e. Di vê çarçoveyê de Partiya Welatparêzên Kurdistan jî serdana Komeleya Şêx Seîd kir. Ji aliyê siyasetmedarên Partiya Welatparêzên Kurdistanê ve bal hate kêşan ku divê bersiva her gotin û tevgerên bêrêz were dayîn ku kesên dijmintiya Şêx Seîd dikin vê mijarê wek mijareke ji rêzê nedin qebûl kirin û hat amajekirin ku tiştek rast e ku navê Şêx Seîd di bangeşeyan de derbas bibe.

Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistan Hanîfî Tûran ji K24ê re got: “Çawa tirk bangeşiyên xwe de dibêjin ew neviyên mete ne, bila kurd jî bangeşiyên xwe de bêjin em neviyên Şêx Seîd, Bedirxan û Seyît Riza ne. Bila bizanibin emê ti caran bêrêziyê qebûl nekin.”

Rêveberên Komeleya Şêx Seîd jî keyfxweşiya xwe ji xwedîlêderketina xurt a bo navê Şêx Seîd anîn zimên û amaje kirin ku dema xwedîlêderketinek wisa berfireh û yejdeng derbikeve holê ev yek dê bibe wesîlê bêrêziyên hember nirxên neteweyî jî kêm bibin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat got: “Me dît ku ji hemû aliyan kurd bo navê Şêx Seîd bun yek. Yanî tiştek xirap bi wesîleya tiştek erênî.Ji çep û rast heu kurd bun yek. Em ji vî wêneyî gelek keyfxweş in.”

Navê Şêx Seîd bû wesîle ku kurd bibin yekdeng lê navê Şêx Seîd nava siyaseta tirkiye de jî bu sedem ku partî ji hev cuda bibin û heta îstîfa jî bi xwe re anî.