Li Diyarbekirê ji ber mijê geştên asmanî hatin hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji ber mija zêde geştên asmanî hatin rawestandin û gerînendehiya firokxaneya Diyarebekirê da zanîn ku ji şeva borî ve geşt nehatine kirin û dê heta 12.00ê bidome.

Hat zanîn ku ji şeva borî ve ji ber mija zêde geştên asîmanî li Diyarbekirê hatine rawestandin û hat ragihandin berê balafirên dihatin Diyarbekirê dane bajarên derdorê.

Li gorî agahiyên gerînendehiya firokxaneya Diyarbekirê parve kiriye, dê li Diyarbekirê heta demjimêr 12.00ê jî mij bandora xwe bidomîne û li gorî rewşê dê biryara berdewamiya geştên asîmanî were dayîn.