Mihemed Şukrî: Biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser giringîdana bi karkerên navxweyî hat bicihanîn

Mihemed Şukrî
Mihemed Şukrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Weberhênanê amajeyê dide, “Sedema serekî ya pêşkeftina weberhênanê ew hêsankarî ne yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike”.

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ji K24ê re ragehand, “Sala 2023ê dibe sala yekê ku zêdetirîn destûrî bi pirojeyên weberhênanê tê de hatine dan.

Zêdetir ron kir, “154 destûrî bi kertê taybet hatine dan, ku ev jî bilindtirîn hejmara destûriyên pirojeyên weberhênanê ye ji sala 2006ê heta niha”.

Serokê Desteya Weberhênanê amaje da, “Dana zêdetirîn destûriyan ji bo pirojeyên weberhênanê di îsal de ji bo wan hêsankariyan vedigere yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wî kertî de kirine, ku kar li ser kêmkirina rotînan kiriye”.

Mihemed Şukrî herwesa ragehand, “Hejmareka zêde ya derfetên karî li Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeyên weberhênanê ji bo welatiyan peyda bûye”.

Serokê desteya Weberhênanê got, “Li ser biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha 75% ji karmend û karkerên kompaniyan navxweyî ne”.

Herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir hêsaniyan ji bo kertê taybet dike, ji bo ku ew jî zêdetir derfetên karkirinê ji bo welatiyan dabîn bikin”.

Di derheqa pilana sala bê ya Desteya Weberhênanê de, Mihemed Şukrî amaje da, “Sala bê em dê kar bikin ku berê binyatê ji bo zêdetirîn deverên pîşesazî dabinin. Herwesa ji bilî kertê pîşesaziyê, bala me dê herî zêde li ser kertên çandinê û geştyariyê be”.