Amerîkayê dronek û moşkekên din ên Hûsiyan li Deryaya Sor xistin xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka radigehîne ku dronek û moşekekên din ên Hûsiyên Yemenê li Deryaya Sor xistine xwarê.

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM parve kiriye, keştiya şerî USS Mason dronek û moşekeka Balistî ya dijî keştiyan li başûrê Deryaya Sor xistine xwarê, ew êrîş jî ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatiye kirin.

Amaje da wê yekê jî ku, di wê êrîşê de çi zirarek negehiştiye wan 18 keştiyên di nav Deryaya Sor da û zirarên canî jî nebûne.

Ev êrîşa Hûsiyan jî dibe êrîşa wan a 22ê ku ji 19ê Cotmehê were dikin ser keştiyên bazirganî.

Li destpêkê Hûsiyan tenê keştiyên Israîlê dikirin armanc lê li roja 9ê vê mehê biryar da ku her keştiyeka ber bi Israîlê ve biçe desteser bikin an jî êrîşê bikin ser wê.

Ew yek jî tekez kir ku ev êrîş dê berdewam bin heta “destdirêjiyên Israîlê li ser gelê Filistînê radiwestin”.