Berhemanîna karebayê bi rêya enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê bikaranîna enerjiya rojê ji bo berhemanîna karebayê roj bi roj ber bi zêdebûnê ye, taybet di nav malan de ku êdî piştbestin bi enerjiya pakij bûye diyardeyeka berbelav, hem ji ber wê yekê ku bihayê wê guncayî ye û hem jî ji ber ku wekî dosta jîngrehê tê nasîn û jîngehê pîs nake.

Welatî Seîd Selîm ji K24ê re ragehand, “Me kareba jeneratorê hebû lê têra me nedikir û zû zû sirkêt dihat xwarê. Gelek caran jî di dema bilindkirina sirkêtê de, stûnên karebayê bi karebayê bargawî dibûn û karebayê em digiritn. Ji ber ku me niha sîstema solarê danaye ku karebaya me bi rêya enerjiya rojê bi dest dikeve, me arêşeya kêmiya karebayê nemaye”.

Wişyar Osman ku xwediyê kompaniyeka solar sîstemê ye got, “Niha welatiyan zêdetir daxwaz li ser bikaranîna karebayê bi rêya enerjiya rojê heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî awayan di hindek biyavan de arîkara me ye. Ji bo mînak, hêsaniya serederîkirinê li Birêveberiya Karebayê, ji bo ku ew kesên dixwazin karebaya zêde vegerînin gelek bi hêsanî dikarin karûbarên xwe di kêmtirîn dem de temam bikin”.

Sîstema berhemanîna karebayê bi rêya enerjiya rojê wekî sîstema dosta jîngehê navdar e. Ji aliyekê din ve kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeka zêde daye sîstema berhemanîna karebayê bi rêya enerjiya rojê, herwesa hêsankariyeka zêde ji bo wan kompaniyan kiriye yên ku karê firotina solar sîstemê dikin.