Pentagon: Li Îraq û Sûriyeyê 115 caran êrîşî bingehên hevpeymanan hatiye kirin

Pentagon
Pentagon

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, li Îraq û Sûriyeyê 115 caran êrîşî bingehên Hevpeymanan hatiye kirin.

Berpirsekê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ku nexwast navê wî bê eşkerekirin îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) ragehand, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, 115 caran êrîşî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Wî berpirsê Pentagonê herwesa got, “Tenê îro li Sûriyeyê du caran êrîşî hêzên wan hatiye kirin û zirarên madî jî hene”.

Herwesa amaje da, “Ji wan 115 êrîşan, 51 êrîş li Îraqê û 64 êrîş jî li Sûriyeyê hatine kirin”.

Îro (Duşem, 1ê Çileya 2024ê) Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehand, “Komên çekdar ên neqanûnî yên nêzî Îranê bi dronan û moşekan êrîşî bingeheka serbazî ya Amerîkayê li Derazora Sûriyeyê kiriye”.

Wê çavkaniyê amaje da wê yekê jî ku bi rêya 11 moşekan zeviya gazê ya Konîkoyê li Dêrazorê hat armanckirin, ku hêzên Amerîkayî wekî bingeheka serbazî bi kar tînin. Herwesa bi dronan êrîşî wê zeviyê hatiye kirin. Heta niha jî, çi zanyar li ser zirarên wan êrîşan nehatine wergirtin.

Ev demek e ku komên çekdar ên neqanûnî yên Îraqê bingehên serbazî yên Amerîkayê û hêzên Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê û Îraqê û Sûriyeyê dikin armanc, heta niha çi rêkar ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve nehatine bicihanîn ji bo ku rêyê li êrîşên wan koman bigirin”.