Sedir: Hemî berpirsên Îraqê an gendel in an hevpeymanên gendelan in

Muqteda Sedir / Wêne: AP
Muqteda Sedir / Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir red dike ku careka dî vegere nav piroseya siyasî ya Îraqê û “berdewamiya belavbûna gendeliyê” li welatî şermezar dike.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir derengiya şevê din (Duşem, 8ê Çileya 2024ê), di derheqa vegeriyana xwe bo nav piroseya siyasî ya Îraqê de, peyamek li ser tora civakî ya “X”ê parve kiriye.

Rêberê tevgera Sedir di peyama xwe de tekez kiriye ku ew amade nîne careka dî tevlî piroseya siyasî li Îraqê bibe, herwesa berdewamiya belavbûna gendeliyê li welatî bi tundî şermezar dike.

Sedir amaje daye ku, piştî vekêşana wî ji piroseya siyasî û hikûmetekê ku bi “gendel” binav kiriye, “şkestin, paşkeftin, bindestî, hejarî, stemkarî ya li ser hejaran, belavbûna terora milîşyayan, destberdana ji mafan û têkeliya dagirkeran berdewam zêdetir bûne”.

Rêberê Tevgera Sedir di dawiya peyama xwe de nivîsiye, “Merema min aliyekê diyarkirî nîne, hemî an gendel in an bi gendelan re hevpeyman in, xwe ew jî yên ku berî demekê daxwaza çaksaziyan dikir an jî hevpeymanên çaksaziyê bûn”.