4 roj in çarenivîsa 3 çiyagerên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ne diyar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Çar roj in çarenivîsa sê çiyagerên Kurd li çiyayê Randola yê bajarokê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ne diyar e û piştî lêgerîna çend rojan, îro proseya lêgerînê ji ber dijwariya rewşa keşûhewayê hat rawestandin.

Ji roja Înê ve, 5 çiyager li çiyayê Randola yê bajarokê Şino asê mabûn, piştre 2 çiyager hatin rizgarkirin, lê çarenivîsa 3 çiyagerên din ne diyar e. Hin çavkaniyên nûçeyan belav kirine ku ew ketine bin berfê.

Tevî astengiyên ji ber barîna berfê û bahoza dijwar a li navçeyên parêzgeha Urmiyê, ku rêya 80 gundan girtiye, hewlên rizgarkirina 3 çiyageran li çiyayê Randola ji aliyê welatî û tîmên hikûmî ve heta duhî berdewam bû, lê îro li ser biryara Qeymeqamê Şino û Serokê Heyva Sor a Îranê ve, hewlên lêgerînê hatin rawestandin.

Di heman demê de, Rêveberê Giştî yê Rêyên Parêzgeha Urmiyê Îrec Destnîşan ragehand, di heyama 24 demjimêrên borî de herî zêde berf bariye bajarê Şinoyê bariye û rêyên 80 gundan hatine girtin.

Ji aliyekî din ve, ajansa nûçeyan a Îranê “IRNA” jî ragihand, ji ber barîna berfê hemû dibistanên Şinoyê hatine girtin.