3 kujerên 4 şehîdên êvara Newrozê li Cindirêsê cezaya bidarvekirinê wergirtin

Şehîdên êvara Newrozê li Cindirêsê
Şehîdên êvara Newrozê li Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – 3 ji kujerên her çar şehîdên êvara Newrozê ya li Cindirêsa Efrînê, cezaya darvekirinê ji aliyê dadgeheke çekdaran li wan hate birîn. Malbata şehîdan jî ji biryarê ne razî ye.

Êvara Newroza 2023an, grûpeke çekdarên Ehrar El-Şerqiyeyê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê êrişî malbata Pêşmerg kiribû û ji ber ku wan agirê Newrozê li ber mala xwe vêxistibû, çekdaran gule li wan reşandin 4 kes ji malbatê şehîd kirin û zarokek jî birîndar bûbû.

Dadgeha Leşkerî ya bajarokê El-Raî yê li gundewarê Helebê, cezayê bidarvekirinê li ser 3 endamên grûpeke ser bi Artêşa Niştimanî birîn, ji ber kuştina 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê di şeva Newrozê de.

Dadgehê cezayê bidarvekirinê da her yek ji Omer Salih Esmer, Hebîb Elî Xelef, Bîlal Ehmed Ebûd û cezaya 3 salan zîndan jî da Ebû Hebîb Xeşam.

Ji aliyê xwe ve, malbata şehîdan nerazîbûna xwe ji biryarê nîşan dan û gotin, kujerê sereke yê wê tawanê Ebû Hebîb Xeşam, ji aliyê dadgehê ve ji cezayê bidarvekirinê xilas bûye û tenê cezaya 3 salan zîndan wergirtiye, ew jî vê biryarê qebûl nakin.

Malbata şehîdan nerazîbûna xwe bi riya vîdyoyekê ku li tora civakî weşand nîşan da û li ser vê yekê jî bang li saziyên pêwendîdar dikin û daxwaza dadperweriyê ji bo kurên xwe yên di şeva Newrozê de hatin şehîdkirin, dixwazin.

Şehîdên êvara Newrozê 

Çalakvanên Efrînê jî li torên civakî ev dadgeh bi “şano” bi nav kirin û gotin, Dadgehê tawanbarê bi navê “Hesen El-Debi” yê ku beşdarî komkujiya Newrozê bûye, tevî hebûna delîlan jî dûr xist.

Çalakvan dibêjin, ti desthilateke fermî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê yên di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve tune ye ku biryara bidarvekirina tawanbaran îmeze bike. Ji ber jî ev biryar naçe warê cibicîkirinê.

Şehîdkkirina her çar welatiyên Kurd, Ferhedîn Osman (43 salî), Mihemed Osman (42 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî), li navxweya Efrînê û welatên derve rastî karvedanên tund hatin û xwepêşandanên nerazîbûnê yên berfireh hatin kirin.

Li gorî zanayriyan, dosyeya şehîdên şeva Newrozê li Cindirêsê li Dadgeha Tawanên Navdewletî ya Laheyê jî hatiye vekirin, piştî ku zêdetirî 200 welatiyên Kurd li dijî tawanbaran gilî kiribûn.