Fuad Hisên û Hakan Fîdan danûstandinan li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê dikin

Fuad Hisên û Hakan Fîdan
Fuad Hisên û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê di peywendiyeka tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re danûstandinan li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê dikin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 18.1.2024) bi tilefonê peywendî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re kir û danûstandin li ser êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê kirin.

Fuad Hisên di wê peywendiya tilefonî de hûrkariyên wê êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê ji Hakan Fîdan re berçav kirin. Her du aliyan tekez li ser danûstandinan ji bo çarekirina arêşeyan kir.

Di pareka dî ya wê peywendiya tilefonî de, her du aliyan behsa bihêzkirina peywendiyên dualî yên navbera Bexda û Enqereyê kir û pêdivî zanî ku berdewamiyê bidin karên hevpar û hevahengiya navbera xwe di derheqa pirsên giring û hevpar de.

Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.