Hêzên siyasî yên Îraqê di derheqa êrîşa li ser Hewlêrê de bêdeng in

Mala Şehîd Pêşrew Dizeyî piştî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê
Mala Şehîd Pêşrew Dizeyî piştî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Heta niha hêzên siyasî yên Îraqê li bernaberî êrîşa Îranê li ser Hewlêrê bêdengî hilbijartiye. Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê eşkere dike, “Îranê bi rêya hêzên hevsozên xwe gelek bizav kir ji bo ku Civata Nûnerên Îraqê bêhelwest bimîne”.

Piştî êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê ku maleka sivîl kir armanc û 10 kes kirin qurbanî, li Herêma Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê jî ew êrîş hat şermezarkirin û wekî binpêkirina qanûna navdewletî hat hesibandin, lê tiştê bala mirovî dikêşe ew e ku heta niha hêzên siyasî yên Îraqê û xasma Çarçoveya Hevahengiyê li beranberî wê êrîşa Îranê bêdengî hilbijartiye.

Li ser wê mijarê ku hejmareka hêzên Şîeyên Îraqê rê li rûniştineka taybet a Civata Nûnerên Îraqê li ser wê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê girtiye, Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula ji K24ê re ragehand, “Piştî êrîşên wê yên li ser Hewlêrê, Îran hevrûşî şermeka navdewletî bû û bi rêya hêzên hevsozên xwe gelek bizav kir ku Civata Nûnerên Îraqê çi rêkaran li beranberî wan êrîşan bi cih neîne”.

Li ser bêhelwestiya aliyên Şîe yên Îraqê li bernaberî êrîşa li ser Hewlêrê, Serokê Partiya Diyalog û Guhertinê Hamid Mutleg ji K24ê re got, “Her destdirêjiyeka li ser Hewlêrê yan Besreyê bê kirin binpêkirina serweriya Îraqê ye û divê hemî aliyan helwestên tund hebin”.

Herwesa got, “Her destdirêjiyeka li ser Îraqê bê kirin, divê bê şermezarkirin. Hindek aliyan heta niha ew êrîş şermezar nekiriye, ev jî wê yekê diyar dike ku duberekiyên siyasî di piroseya siyasî de reng vedaye”.

Wekî ku Serokê Partiya Diyalog û Guhertinê amaje da, “Çarçoveya Hevahengiyê peywendiyên bihêz bi Îranê re hene, vê yekê jî niştîman parve kiriye, mixabin ev bîst sal in ku ev rengê parvebûnê û duberekî di piroseya siyasî ya Îraqê de heye û gelê wê ji ber dinale”.

Ji bo eşkerekirina rastiyan, Hikûmeta Îraqê her zû Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî wekî Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê şand cihê wê rûdanê.

Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.