Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî arîkariya Şaredariya Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne, “Em dê li ser arîkarîkirina xwecihên Efrînê berdewam bin”.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî îro (Sêşem, 22.1.2024) li Efrînê di nav geşteka nûçeyên K24ê de ragehand, “Em dê li ser arîkarîkirina xwecihên Efrînê berdewam bin”.

Serperiştê Şaredariya Efrînê jî ji aliyê xwe ve dibêje, “Ji roja yekê ya erdheja 6ê Şibata 2023ê were, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam arîkariya me kiriye û niha jî berdewam e”.

Navbirî herwesa got, “Hejmareka amûrên kolanê û pakijkirinê pêşkêşî Şaredariya Efrînê hatine kirin, ew amûrên her roj kar pê tê kirin, bi piştevaniya rêkxistina WHO ya Almanî pêşkêşî wê şaredriyê hatine kirin”.

Rewac Hacî herwesa ragehand, “Ew amûr ev in; hefare, dirêl û amûrên pakijkirinê û ew amûrên ku Şaredariya Efrînê her roj li nav bajarê Efrînê pê kar dike”.